Break newsNûçeslide

Girûpên Rikberiya Sûrî Artêşa Helebê damezrandin

Yekîtî Media 1/12/2016

Grûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê li Helebê xwe hilweşandin û hêzeke nû bi navê “Artêşa Helebê” bi serokatiya Ebdilrehman Nûr wek Fermandarê Giştî û Beşîr Emar wek Fermandarê Leşkerî damezrandin, da ku di yek çeperê de şerê rêjîmê bikin.

Li gor zanyariyan, piştî ragihandina wê artêşê, ti grûpeke çekdar ya serbixwe li Helebê namîne û hemû di bin navê “Artêşa Helebê” de şer dikin. ev pêngav jî tê, da ku bi hev re bikarin li hember pêşveçûnên rêjîma Sûriyê di nava taxên rojhilatê Helebê de rawestin.

Damezrandina vê artêşê li ser daxwaza welatî û kesayetiyên Helebê yên di taxên rojhilata Helebê de dorpêçkirî ne, hatiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button