Break newsNûçeslide

Fûad Elîko: De Mestûra Daxwaza Rûsya ji bo beşdarbûna PYD red kir

Yekîtî Media 25/3/2017

Endamê Desteya Bilind ya Danûstandinan ê Kurd Fûad Elîko got, Şanderê navdewlewtî yê ji bo krîza Sûriyê Stêfan De Mestûra soz daye ku doza Kurd bixe rojevê.

Endamê Desteya Bilind ya Danûstandinan ê Kurd Fûad Elîko ragihand, naveroka civîna ligel şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Stêfan De Mestura eşkere kir.

Fûad Elîko got, De Mestûra Daxwaza Rûsya ji bo beşdarbûna PYD red kir.

Li gor endamê Kurd Elîko, diyar kir ku De Mestûra ji Rûsya re gotiye ku berê Kurd di danûstandinên Cinêvê de beşdar in û endamê wan di desteya biind de jî heye.

Fûad Elîko diyar kir ku ew duh bi De Mestûra re civiya û jê re got ku Kurd ne ligel rêjîma Sûriyê ne, lê hinek kes hene weke zilamên rêjîmê pêre didin û distînin.

Endamê Desteya Bilind Fûad Elîko herwiha got ENKS di danûstandinan de nûnerê Kurdane û De Mestûra Soz daye wî ku ewê bi awayekî cidî li ser pirsa Kurd raweste.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button