Break newsHevpeyvînslide

Fuad Elîko: Armanckirina Sivîlan Bi Destê Kê Be Karekî Şermezarkirî Ye

Fuad Elîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, got ku armanckirina sivîlan ,bi destê kîja aliyê Sûrî be , karekî dûrî rewişt û exlaqan e, redkirî û  şermezarkirî ye, her heman tewan e, eger ew aliyê ku sivîlên bêçek û destevala armanc dike, rêjîma Sûrî be, an ketîbeyên radîkal bin, an Hêzên sûriya Demoqrat bin.

 

Elîko bal kişand ser ku Şoreşa Sûriyê vêket ji bo berevanî û parastina rûmet û jiyana xelkê bike, ne ji bo wan bike mertalên zindî, an wan bi avêjtokên Hawinê û topên Cehennem û butlên Xazê bi şêweyekî bêserûber bombebaran bikin, wek yên ku hin tabûrên tundrew û radîkal di bombebarankirina şêx Meqsûd de li Helebê bikar anîne.

 

Û Elîko tekez kir ku heye yên wê taxê bombebaran dikin, bi behaneya ku Yekîneyên Parastina gel lê hene, nizanin ku gelek ji xelkên wê taxê ne tenê kurd in wek ku ew goman dikin, lê ew ji Erebên ku ji taxên din yên bajêr debeder bûne, ew ên ku ji bermîlên teqîner ên rêjîmê reviyane, yên ku rêjîm bi ser taxên wan de tavêje.

 

Elîko tekez kir ku heyf-hilanîna ji sivlên bêçek, bi hemî pîvanan reftarekî redkirî û şermezarkirî ye, û rêjêmê gelek caran kiriye, û amaje kir ku çi kesê sivîlên bêçek armanc dike, ew di piratîkê de di riya rêjîma tewankar re dimeşe  bêyî bi xwe zanibe, û bal kişand ku çi karê ku sivîlan armanc bike, kî be , karekî cihê şermezariyê ye.

 

Tê zanîn ku taxa Şêx Meqsûd li Helebê, ya di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demoqrat de ye, ji roja pêşîn de 16/2/2016, tuşî bombebaraneke tund bi avêjtokên Hawinê û butlên Gazê yên bi navê Cehenem navdar in dibe, ji aliyê Cebhet Elnusra û ketîbeyên hevpeyman bi wan re.

 

Ji hêla xwe ve tîma şopandin  û belgekirinê ya dezgeha Teaxî ya mafê mirovan dibêje ku ev bombebaran tundtirîn operasyon e her ji destpêka şoreşê de, şopînerên şoreşê yên şoreşvan 12 qurbanî tomar kirine, çar zarok û jinek , û 30 qurbanî birîndar bûne, 9 zarok û 8 jin di nav wan de ne , her weha ta niha jî malbatin di nav wêraniyan de mane, û xelk û  xizmên wan nikarîbûn wan ji bin wêraniyan derbixin bi sedema bombebarana berdewam li ser wê taxê, û hejmara  kesên di bin  kavilan de mane bi 10 kesan tên texmînkirin, û hîn jî tewanbar berdewam e li gor nûçeveguhêzên meydanî yên dezgehê.

Jêder: Hebendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button