Break newsNûçeslide

Frakisyona ENKSê di Hevbendiya Niştimanî de daxuyanî da

Yekîtî Media 30/7/2017

Frakisyona ENKSê di Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî de daxuyanî da.

Li jêr deqa daxuyaniyê:

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di demjimêreke dereng de ji şeva şemê 29/7/2017 daxuyaniyek derbarê partiya Yekîtiya Demokrat û girûpên wê da, û ew bi rêxistina terorî wesifkir bêyî erêkirina frakisyona ENKSê.

Em ji raya giştî re radighînin ku em vê daxuyaniyê protesto dikin, û em ji Hevbendiyê dixwazin ku rêzê li nerînên pêkhateyên xwe bike, û helwesta xwe ji hemû rêxistinên terorî diyar bike li gor lîsteyên civaka navnetewî yên taybet bi terorê, herweha em şêweyê derxistina vê daxuyaniyê bê sazan red dikin.

Frakisyona ENKSê di Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî

Istanbol

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button