Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

FLAŞ – Wezîra Parastina Almanya gihîşt Başûrê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Paratsina Almanya Ursula von der Leyen di çarçoveya serdaneke fermi de berî kêlîkekê gihîşt bajarê Hewlêrê.
 
Berî kêlîkekê Wezîra Parastinê ya Almanya Ursula von der Leyen bi rêya balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Başûrê Kurdistanê Kerîm Şingalî û şandeke leşkerî ya Wezraeta Pêşmerge ve hat pêşwazîkirin.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê berî ku serdana Başûrê Kurdistanê bike, çûbû Bexdayê û bi rayedarên Hikûmeta Iraqê re civiya bû.

 

Peryamnêrê me li balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê ragihand: “Ursula von der Leyen îşev ti civinan ligel ti berpirsekî Başûrê Kurdistanê pêk nahîne û dû sibe dest bi bernameya xwe bike.”

Peyamnêrê me got: “Wezîra Parastina Almanya dê sibe çarşem ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.”

 

Ursula von der Leyen roja Duşemê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomar Fûad Mesûm civiyabû û diyar kiribû ku alîkariyên Almanyayê yên leşkerî ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê dê berdewam bin û got: “Daxwaza me ya hevpar e ku DAIŞ bê têkbirin.“

 

Von der Leyen beriya ku berê xwe bide Iraqê, diyar kiribû ku ew dê hevdîtinekê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pêk bîne û diyar kiribû ku hevgirtin û yekîtiya kurdan ji bo Almanyayê jî giring e û got ku ku ew dê vê yekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar bike, ji ber ku hevgirtin û yekîtiya kurdan faktoreke giring e di şerê hevpar yê li dijî DAIŞê de.

 

Li gor agahiyan, von der Leyen dê di hevdîtinên xwe de li ser pêla koçberan ya ber bi Ewropayê ve jî biaxive.

 

Ev cara sêyemîn e ku Wezîra Parastina Almanyayê Ursula von der Leyen serdana Iraqê û Başûrê Kurdistanê dike.

Almanya di çarçoveya şerê hevpar yê li dijî DAIŞê de alîkariyên leşkerî ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê re dişîne, herwiha li bajarê Hewlêrê navendeke perwerdeya leşkerî vekiriye û tê de şêwirmendên leşkerî û pisporên almanî perwerdeya leşekrî didin hêzên pêşmeerge.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button