Break newsNûçeslide

FLAŞ – ENKSê îtiraf kir!

Hewlêr (Rûdaw) – ENKSê ragihand, ku kongreya Riyazê ya dijbereya Sûriyê mafên gelê kurd li Sûriyê kêm kirine û daxwaz ji civaka navdewletî kir, mafên kurdan li Sûriyê werin parastin.
Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji civaka navdewletî kir, mafên netewî yên gelê kurd li Sûriyê li gor peymanên navdewletî werin misogerkirin. Herwiha ENKSê daxwaz kir, ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê rola xwe di avakirina Sûriya nû de bibînin.

Pitşî derxistina biryara hejmar 22 54 ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî di derbarê rewşa Sûriye de, ENKS daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

 

ENKSê di daxuyaniya xwe de pêşwazî li vê biryara navdewletî kir û daxwaz kir ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê rola wan di avakirin û rêvebirina Sûriyê de hebe.

 

ENKS ev yek jî da xuyakirin ku divê mafên gelê Kurd li Sûriyê li gor belge û peymanên navdewletî bên misoger kirin.

Herwiha di beşeke din a vê daxuyaniyê de ENKS rexne li encamên kongreya Riyazê ya dijbereya Sûriyê girt û eşkere kir ku di kongreya Riyazê de mafê Kurdan hatiye kêmkirin.

ENKSê sedema wê yekê jî vegerandiye bo wê yekê ku hejmara nûnerên kurd di kongreya Riyazê de kêm bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button