Break newsNûçeslide

Firokeyên Tirkiyê Efrîn bombebaran kirin

Yekîtî Media
Firokeyên artêşa Tirkiyê êrîşî bajarê Efrînê kir, herî kêm 3 welatiyên sivîl di bin herifîna malekê de mane.
Li gor medyayên nêzîkî YPGê, di encama êrîşên firokeyên Tirkiyê yên li ser taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê de, herî kêm 3 welatiyên sivîl di bin herifîna malekê de mane û hejmarek welatî jî birîndar bûne.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji 20ê Çileya bûrî ve li ser Efrînê berdewam e. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê li bajarê Mêrdînê axivî û got: Gelek nêzik e ko ewê kontrolkirina navenda bajarê Efrînê rabigihîne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand, ku di nav 3 rojên derbasbûyî de bêtirî 150 hezar sivîl ji bajarê Efrînê koçber bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button