Break newsNûçeslide

Fermandarê Lîwayê Pêşmerge li Sinûnê: ti Pêşmergeyekî teqe li ti kesî nekiriye

Yekîtî Media 15/3/2017

Berpirs û xelkê navçeyên Xanesorê û Sinûnê li qezaya Şingalê derbarê bûyerên doh yên piştî xwepêşandanên rêxistinên PKKê li wê navçeyê derketine û di encamê de kuştî û birîndar bûne de, zanyarî derbarê wan kesên xwepêşander aşkere kirin.

Rêveberê Şaredariya Sinûnê dibêje: “Berê zanyariyên me hebûn ku ew hêzên PKKê plan kirine, ku ji parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê xelkê bi otombîlan derbasî navçê kirine, ku piraniya wan Erebên Hesekê bûn. Em tênegihêştin karê wan li navçeya me çi ye û daxwaza çi dikin. Em li navçeya xwe ne û di mala xwe de ne.”

Wî berpirsî aşkere kir jî: “Ew xelkê ku hatiye, bi keviran êrîşî hêzên polîsan kirin û hejmarek ji polîsan birîndar bûn. Em naxwazin pirsgirêk û alozî derkevin. Mixabin 2 jin jî di wê rewşê de canê xwe jidest dan. Yek ji xelkê Şingalê ye û ya din jî ji xelkê Hesekê ye. Ne diyar e kê ew kuştiye, ji ber ku ez bixwe çûm cem Fermandarê Lîwayê Pêşmerge Bedel bendî yê li wê navçê û wî jî sûnd xwar ku ti Pêşmergeyekî teqe li ti kesî nekiriye, ji ber wê nizanim jî çawa hatiye kuştin û kê kuştiye.”

Li gorî wêne û vîdyoyên ku medyayên PKKê bixwe belav kirine, ji bilî ku hejmarek ji xelkê bi al û diruşmên PKKê hilgirtine, di nava wê xelkê de kesên çekdar jî tên dîtin. Otombîlên ku pê xelk hatine Xanesorê nimreyên Hesekê pê ve bûn û hejmarek ji otombîlên çekdarên ser bi PKK jî di nava wan de diyar dibin û êrîşî sengerên hêza Pêşmerge kirin, ji ber wê ne diyar e ew her dû jin çawa hatine kuştin.

K24

6

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button