Break newsRaportslide

Fermanberên Dewletê di rewşeke abûrî ya aloz de dijîn

Yekîtî Media 30/5/2016

Fermanberên Hikûmeta Sûrî li parêzgeha Hesekê di rewşeke abûrî ya aloz de dijîn, bi sedema bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî li himberî lîreya Sûrî, herweha bilindbûna buhayê xwarin û pêdeviyên sereke.

Mûçeyê fermanberê Sûrî tenê dighêje 50 dolarî her mehê bo malbatekê ji 4 ta 8 kesan, û ev mûçe tenê têra 10 rojan dike, û piraniya fermanberan ji xwe re karên dîtir dikin.

Fermanber Xelîl Ibrahîm ji karmendên rêveberiya çandinyê ji nûçegihanê Yekîtî Media re got, ez naçar mam ku piştî dewamê kar di dikaneke alavên karebê de bikim, çi ku mûçeyê min têra pêdiviyên rojane ji malbata mir re nakin.

Hêjaye gotinê ku herêma Kurdî û bi taybetî Cezîrê ji hêla desthilata PYD ê ve hatiye dorpêçkirin bi girtina rêya Mebrûka li pêş barhilgirên coreyên xwarin û şînkayê û sepandina bacên bilind li ser bazirganan, lewra nirxên xiradan jî bilind dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button