Break newsNûçeslide

Ezîz Weysî: Pêşmergeyên Rojava bi riya Hevpeymaniya Navdewletî nêzîk dê derbas bibin

Yekîtî Media 17/2/2017

Fermandarê Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî radigihîne, çûna Pêşmergeyên Rojava ji bo Kurdistana Sûriyê nêzîk bûye.

Ezîz weysî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nêzîk bûye û dê çûna wan  bi riya Hevpeymaniya Navdewletî be.

Ezîz Weysî anî ziman, ku  pêwîst e PKK rê bide Pêşmergeyên Rojava yên ku niha ser bi ENKSê ve ne, da ku berevaniyê li welatê xwe bikin, ji ber ku ew ji xelkê Rojava ne û divê berevaniyê li xaka xwe bikin.

Weysî amaje bi wê yekê kir ku, hêza Pêşmergeyên Rojava hêzeke profêşînal e û ezmûneke wan ya mezin ligel Hevpmaniya Navdewletî di şer de heye.

Fermandarê Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî got: “Hevpeymaniya Navdewletî nahêle dîktetoriya ku PKK li Rojavayê Kurdistanê dike bimîne, ji ber ku Rojava bûye metirsiyek ku Tirkiyê derbasî bibe û şerek di navbera wan de derkeve.”

Herwiha Weysî got jî, Tirkiye beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî û NATOyê û Pêşmergeyên Rojava jî dê di bin serpiriştiyariya Hevpeymaniya Navdewletî de derbas bibin û Tirkiyê jî dê alîkar be.

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DAIŞê dike.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button