Nûçe

Ew tehdîd kiribûn: “Di nava 24 seetan de derkeve“

AVESTA KURD – Piştî ku PYD-YPG û Asayîşa wan berpirsiyarê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, yê Serêkaniyê Beddar Misto tehdîd kir ku ew di nava 24 seetan ji Rojava derkeve, wî jî gotibû ew dernakeve, berî 2 seetan, wan hêzan êrîşî mala wî kirin û ew revandin, heta niha nayê zanîn bê ka ew birine kuderê.
Ev yek ji aliyê endamê polîtbîroya partiya Yekîtî Fûad Elîko ve hate piştrastkirin.

Sûcê wî jî ew bû ku li Serê Kaniyê salvegera şermezarkirina Kembera Erebî ya Şovenîst çêkiribû, û têde ala Kurdistanê û ala şoreşa Sûriyê bilind kiribû, PYD jî ev yek weke sûcekî dîtibû û gotibû ala şoreşa Sûriyê ala xayînan e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button