Eve rastiya hebûna Turkî li Kerkûkê

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Destpêk :

Kurd, Ereb, Faris, Aşûr, Keldan û Suryan li rojhilatê Asiyayê gelên kevnare ne ; ew ji berê da û heya niha cîran hevsêyên hevin. Wek xweriska cîranan li her derê, wan hin caran şerê hev dikir û paşê jî aşt dibûn û bi hev ra di her warî da beşdar dibûn. Rahên wan di vê erdnîgariyê da gelek kûrin û her yekî ji wan rola xwe di rêveberiya vê herêmê da, di her pêngavekê da ji pêngavên dîrokî heye û her yek li gor rewş û derfeta xwe di avakirina destkaftên şaristanî yên Rojhilata Navîn da beşdar bûye.

Lê belê ev cîranên me yên Turk yên niha, warê wanî bingehîn li Turkmanistanê û derdorên wê li Asiyaya Navîne. Padîşahiyên Kurdan û di pey ra yên Farisan demeka dirêj rê nedidan wan ku werin welatên rojavayê Asiyayê talan bikin û têxin bin destên xwe. Di pirtûka zerdeştî pîroz „Avesta“ da û di „Şahnameyê“ da, ya helbestvanê farisî El-Fîrdewsî, gelek agahdarî derbarê şerê gelên Ariyanî û gelên Turan (Turk) hene. Di wan şeran da navê qehremanê Kurd Rustemê Zal pir naskirî ye.

Turk di serdema Ebbasî da:

Pêş serdema Abbasî ti hebûneka Turkan li rojavayê Asiyayê tinebû. Yê herî pêşîn ku ew anîn xelîfeyê Ebbasî El-Me’mûn bû (sala 833 z. miriye). Wî koleyên Turk kirîn û xistin nav leşkeriyê ji ber ku baweriya wî bi leşkerên Ereb û Faris lawaz bû. Di pey ra birayê wî El-Muȟtesêm Billah (sala 842-an z. miriye) li ser vê şopê dewam kir, ji ber ku dayîka wî cariyeka Turk bû bi navê “Marîde” û wisa hin bi hin rêveberiya leşkerê Ebbasî kete bin destê memalîkên Turk. Ji ber ku wan zordarî li gelê Bexdadê kir, xelîfe neçar ma ku wan ji Bexdadê bibe bajarê Samerayê.

Di pey ra rêveberên leşkeriyê yên Turk xelîfeyên Ebbasiya yên lawaz xistin bin kelîja xwe; êdê ew nizim û riswa dikirin, hinek radikirin û hinek dikuştin. Helbestvanekî rewşa xelîfe El-Musteȟîn Billah (ji 862  – 866 serdarî kiriye) ji dest rêveberên Turk “Wesîf” û “Buẍa” bi vî awayî aniye ziman:

Xelîfe di rekehê da ye             Navbera Wesîf û Buẍa

Dibêje tiştê ku jêra dibêjin      Weke teyrê Papaga

Kerkûk di navbera turkkirin û erebkirinê da:

Hebûna turkî li rojhilatê Asiyayê heya bi demekê di dirûvê koleyên nava leşkeriyê da ma û ne bêhtir. Lê belê, di serdema xelîfeyê Ebbasî El-Qaêm Bî Emrîllah (sala 1075-an miriye) rewş bi temamî hate guhartin. Wî Turkên Selcoqî yên sunne ji Turkmanistanê anîn û xwast bi alîkariya wan xwe ji kelîja Boweyhiyên Şîȟe rizgar bike. Selcoqî bi rêveberiya sultanê xwe Tuẍrul Beg sala 1055-an z. ketin Bexdadê û xelîfe mafê serweriya li ser gelên îslamî da wan û wisa wan Kurdistan û welatê Şamê xistin bin serdariya xwe.

Di koşa selteneka selcoqî da Dewleta Zengî ya turkumanî li dor sala 1127-an z. hate avakirin. Di pey ra li ser termê Dewleta Selcoqî li Anatoliyayê Dewleta Osmanî ya turkî sala 1299-an z. hate avakirin û dema ku sultanê osmanî Suleyman El Qanûnî Kurdistan û Îraq sala 1535-an talan kir hin kolonî ji bo êlên turkumanî li Kurdistanê duristkirin; ji Til-leȟfer da bigire heya bi Kerkûkê û heya digihîne Tûz-Xurmatû û piştî wir.

Ji bilî duristkirina koloniyên turkumanî li Kurdistanê, Osmaniyan demografiya herêma Kerkûkê guhartin ku êlên kurdî ji wê herêmê goçkirin herêmên dûr. Wek nimûne: Beşên ji êla Şêx-Bizinî ya kurdî ji herêma “Şuwan” ya bakurî bajarê Kerkûkê goçkirin û birin herêmên Qoniyayê û başurê Anqereyê li Anatoliya Navîn.

Ji ber ku desthilatî her osmanî bû, malbatên turkî li herêmên ku lê hatin bicihkirin bûn xwedî kelîj û hêz. Yek ji wan jî bajarê Kerkûkê bû. Hin malbatên Kurd jî guherîn û bûn Turk; wek malbata Neftecî û ya Yeȟqobî Zade. Ev herdu malbat ji êla Zengene ya kurdî ne; wek ku Dr. Cemal Reşîd Ehmed dibêje.

 

Eve rastiya ku jêderên dîrokî dibêjin û eve çîroka hebûna turkî bi gelemperî li rojavayê Asiyayê; bi taybetî jî li Kerkûkê. Ji lew ra logîk û mantiq napejirîne ku Turkumanê mêvan xwe bike serwerê Kerkûka kurdistanî. Ev nexşeya osmanî gova ye û ew vedigere sala 1893-an ku Kerkûk bi rengê sor têda ye.

Navê Kerkûkê di kûraniya dîrokê da:

Kerkûk li bakurê zincîra çiyayên Hemrîn dikeve ku Îraq û Kurdistanê ji hev dibirin û Kerkûk herdem beşek bû ji erdnîgariya pêşiyên Kurdan; ji Sûbaran da dest pêbike heya bi Gotiyan, Kaşşiyan, Hûriyan, Mîtaniyan û Mîdiyan. Wek hemû welatê Kurdan, hin caran diket jêr desthilata padîşahiyên cîran wek Akkadî, Babilî, Aşûrî, Farisî, Seloqî, Erebên Misilman, Sefewî û Osmaniyan.

Yek ji navên Kerkûkê di dema Hûriyan da “Arapxa” bû. Paşê navê “Kerxo = Kerxînî” lêkirin. Dîroknasê Aẍrîkî Plutarch (120 – 45 z.) bi şêwazê “Korkora” gotiye. Di serdema mîdî da paşkoka “ak – uk” ya zagrosî hate pêvexistin û bû “Korkor-ak” û “Korkor-uk”. Paşê bi kurdî navê “Baba-Gurgur” jî hat lêkirin; ji ber gaza ku ji kanên petrolê derdikeve û agir pêdikeve. Peyva “Baba” şêwazekî pîrozkirinê ye li ba Kurdan, di hin beşên Yezdaniyê da wek Kakayî û êzdî. Herêma Kerkûk warê hin êlên Kakayîyan bû.

Piştî avakirina dewleta Îraqê sala 1921-an li gor peymana Saykes-Picot, sazûmanên îraqî ji ber girîngiya vê herêmê siyaseta erebkirinê bi taybetî li wir pêkanîn. Ev pêvajo di dema sazûmana Beȟsî da û bi taybetî di dema Seddam Huseyn da gihîşte asta here bilind. Siyaseta goçkirina Kurdan û anîna Ereban pêkhat; û li wir hatin bicihkirin. Ev rastî hemû naskirî ne û bi belge ne. Tenha tiştê ku Kurd dixwazin ewe ku dîrok bête sererastkirin, ku siyasetên şovenîst bi darê zorê li ser Kerkûkê danîbûn.

Di pirtûka xwe da « Kerkûk di sedemên kevin da » dîrokzan Dr. Cemal Reşîd Ehmed gelek belge û şopên dîrokî derbarê kurdistanîbûna Kerkûkê pêşkêş dike. Eve lînka pirtûkê :

05.04.2017

Jêder:

1 – Ibrahîm Beg Helim : Dîroka Dewleta Osmanî, rûpel 49.

2 – Antoni Netneg : Ereb, rûpel 190 – 191.

3 – Avesta, Yaşt 5, ayet 41 – 43, rûpel 408. Yaşt 19, ayet 56, rûpel 622.

4 – Amin Abdulmajid Badawi : Geřek di Şehnameya Firdewsî da, rûpel  19

5 – Cemal Reşîd Ehmed : Kerkûk di serdemên Kevin da, rûpel 42 – 44, 49.

6 – Hesen X. Ẍerib : Ji bo peywendiyeka saxlem di navbera Urubet û Îslamê da, rûpel  127.

7 – Abdulbari Muhemed : Siwarên Xilafetê, rûpel 17, 119.

8 – Al Firdewsi : Al Şahname, rûpel 36.

9 – Al Masȟûdî: Muruj Al Zahab we Meȟaden Al Jawher, 53/4.

10 – Al Meqeyzeri: Kitab Al Suluk li Meȟrifeti duweli Al Muluk, c 1, q 52/1

You might also like

Comments are closed.