Break newsNûçeslide

Esed: penaberên ku reviyane derveyî welêt bera vegerin

Yekîtî Media 13/5/2017

Di hevpeyvîna xwe ligel kenala televizyonî ya dewletê ya Belarus ONT, Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed diyarkir ku, “Desthilatî, berjewendiyên neteweyî, destûra bîngehîn û serxwebûn ne tenê di desthilata Serokê dewletê de ne, Ji wan gav jî paşve nayên avêtin”.

Esed herweha destnîşankir ku, ew kesên ku ligel dewletê li hevûdu bikin dê bên efû kirin,  Daxwaz kir, penaberên Sûriyê ku reviyane derveyî welat jî bera vegerin.

Beşar Esed hevdîtinên li Cenêvê wekî hevdîtinên li pêş kamerayan û medyayê binavkir, lê hevdîtinên Astanayê wekî civînên bibandor nirxand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button