Break newsNûçeslide

Êrîşeke bombeyî li ser mala serkirdeyê PDK-S Ebdilrehman Apo hate kirin

Yekîtî Media 26/4/2017

Li Efrînê, grûpeke nenas bi 4 bombeyên Molotov êrîşî ser mala serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) de Ebdilrehman Apo kirin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo li ser rûpela xwe ya tora pêwendiyên civakî belav kir, şeva borî mala wî bi 4 bombeyên Molotovê hate armanckirin û agir bi mala wî ket.

Apo diyar kir jî, ji encama wê êrîşê hin kelûpelên mala wî hatin şewitandin, piştre û bi alîkariya cîranên wî ew agir vemirandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button