Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan : şerê me li Sûriyê tenê ji bo jinavbirina terorê ye

Yekîtî Media 1/12/2016

Serokomarê Tirkiyê dibêje, şerê wan li Sûriyê tenê ji bo jinavbirina terorê ye, bi vê yekê jî ji daxuyaniya xwe ya berê vedigere.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro di civînekê de ligel hejmarek muxtarên Tirkiyê de li qesra xwe ragihand, operasyona Tirkiyê ya li nava xaka Sûryê, ne li dijî ti kesî ye, ji bilî jinavbirina  terorîstan.

Erdogan pêr li Stanbolê derbarê operesyona artêşa Tirkiyê li nava xaka Sûriyê de gotibû: “Çavên me ne li ser axa Sûriyê ye, armanca me tenê hilweşandina rêjîma Esed a zordest e.”

Herwiha duh jî, Berdevkê Kremlinê Dîmîtrî Peskov ragihand “daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser rûxandina rejîma Esed, ne li gor rêkeftinên di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de ne. Ji bo vê axaftinê li hêviya bersîvekê ji Tirkiyê ne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button