Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan: Em giringiyek mezin didin pêwendiyên bi Kurdistanê re

Yekîtî Media 29/4/2017

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civîna navbera Barzanî û Erdogan de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di destpêka civînê de Erdogan ji ber şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek pêşmergeyan di bombebarana firokeyên cengî yên Tirkiyê bo ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Şingalê, serxweşî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û amadeyiya Enqerê bo her cure alîkariyekê ji bo dermankirina birîndaran nîşan da.

Di beşeke din a axaftinên xwe de, Recep Tayip Erdogan amaje bi pêwendiyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê di hemû waran de û bihêzkirina wan têkiliyan kiriye û daye xuyakirin, ku Tirkiyê giringiyek zêde dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re û aramiya wê jî bilind dinirxîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button