Break newsHevpeyvînslide

Enwer Naso: Divê Kurd bi Yekdestî Şerê DAÎŞ Bikin

Sîrwan Qiçço

Jibo piştgiriya bajarê Kobanî û xelkê wê, xwepêşandinek li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê derket ku tê de beşdaran bang li hemû partiyan kir ku cudahiyên xwe bidin alî û bi yekdestî şerê çekdarên Dewleta Îslamî bikin.

Endamê polîtburoya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, Enwer Naso, li xwepêşandinê amade bû û gotarek pêşkêşî kesên beşdar kir.

Birêz Naso ji Dengê Amerîka re dibêje, Dewleta Îslamî bûye metirsî li ser hemû Kurdan û ne tenê li ser partiyeke taybet.

Siyasetmedarê Kurd herwiha dide zanîn ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê amede çekan hilgire û berevaniya gelê xwe bike.

Hevpeyvîn bi Enwer Naso re

(dengeamerika)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button