Break newsRaportslide

ENKSê salvegera komkujiya Kobanê û ya Amûdê li Almaniyayê bibîranî

Yekîtî Media 3/7/2017

Nûneratiya Ewrupayê ya ENKSê şaxê NRW, roja yekşemê 2ê tîrmehê, li bajarê Dortmond yê Almanyayê mangirtinek lidarxist jibo bibîranîna şehîdên komkujiya Kobanê ku bi destê terorêstên Daişê hate kirin, û bibîranîna şehîdên komkujiya Amûdê ku bi destê çekdarên PYD ku liqê PKKê yê Sûrî ye hatin kuştin.

Di mangirtinê de serokê ENKSê Ibrahîm Biro gotinek pêşkêşkir, tê de pakrewanên van komkujiyan bi bîranîn û tekez kir li ser piştgiriya ENKSê ji kesên revandî re û veşartî di zindanên Rêjîm û Daiş û PYDê de.

Di dawiya mangirtinê de du alîgirên PKK xwestin ku tevliheviyê çêkin , lê polîsên Almanî rê nedan wan û ew binçavkirin.

1 2 3 4

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button