Break newsNûçeslide

ENKSê: PYD bi kiryarên xwe yên terorane milet dajo koçberî û penaberiyê

Yekîtî Media 24/5/2017

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Ya Kurd li Sûriya ENKSê daxuyaniyek belavkir, têde bi tundî girtina endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd Silêman Oso û girtina endamê polîtbîroya PDKSê Nafih Ebdela şermezarkir.

ENKSê di daxuyaniyê de eşkere kir, ku mebesta PYD ji van kiryarên terorane ew e ku miletê kurd dehf bidin li ser koçberî û penaberiyê û guhertineke dîmografî li navçeyê çêkin, ew karê ku rêjîma Sûrî dikir û têde bi ser neket.

Di dawiya daxuyaniyê , ENKSê tekezkir ku ew dê berdewam bin di xebata xwe ya siyasî de bi hemû şêweyên aştiyane ji bo ku rê li kiryarên PYD yên terorane bigrin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button