Break newsNûçeslide

ENKSê mangirtinek li Qamişlo lidarxist û nivîsgeha xwe cardî vedike

Yekîtî Media 7/5/2017

Piştî 4 rojan li ser girtina nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê ji aliyê Asayîşa PYD ve, careke dî endam û serkirdeyên ENKSê û di riya mangirtinekê re nivîsgeha emîndariyê, îro yekşemê, li Qamişlo vekirin.

Asayişa PYD di 14 meha Adara 2017an de bi hiceta ku ENKSê destûra vekirina nivîsgehên xwe ji Rêveberiya Xweser ya PYD wernegirtine, di heyama 24 demjimêran de nêzî 50 nivîsgehên bi ser ENKSê ve girtin.

Roja 2 Gulanê Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo careke din nivîsgeha xwe vekir, lê dîsa hêzên ser bi PYD ve ew nivîsgeh bi mûma sor girtin. Îro jî cara sêyem e ku ENKSê wê nivîsgehê vedike.

1 2 3 4 5

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button