Break newsNûçeslide

ENKSê girtina serkirde û endamên partiya Yekîtî bi tundî şermezarkir

Yekîtî Media 19/11/2016

Derbarê girtina serkirde û endamên partiya Yekîtî ya Kurd ji hêla asayişa PYDê ve, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê  ENKSê daxuyaniyek belavkir têde kiryarên PYDê bi tundî şermezar kirin, û ew kiryar bi kiryarên dûr ji demokrasiyê û dûr ji sincên kurdan binav kirin.

Herwiha ENKSê di daxuyaniyê de daxwaza serbestberdana hemû çalakvan û girtiyên siyasî kir, û dazanîn ku ev kiryar nakevin berjewendiya doza kurdî de û herwiha wê ev kiryar nikaribin rê li pêşiya ENKSê bigrin bi mebesta ku kar û xebata  xwe ya aştiyane rawestînin.

daxuyaniyê daxwaza xistina fişaran ji rêxistinên mafnas û partiyên kurdistanî li ser PYDê kir ji bo dest ji van siyaset û karên xwe yên hovane berde.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button