Break newsNûçeslide

ENKSê daxuyanî arastî raya giştî ya cîhanî kir

Yekîtî Media 15/3/2017

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek jibo raya giştî ya cîhanî derbarî kiryarên PYDê belavkir, têde ew kiryar bi tundî şermezarkirin.

Di daxuyaniya ENKSê de ku çapek jê gihişt malpera Yekîtî Media hatiye, di meha Adarê de ku tije ye bi helkeftinên taybet bi Kurdan, partiya Yekîtiya Demokrat PYD berdewambû di kiryarên xwe yê çewt de li dijî miletê kurd, rêgirî li çalakiyên roja jina cîhanî kir û roja şehîdê Kurd qedexkir, herweha gef li malbatên pêşmergeyên Roj kir û êrîşî navendên ENKSê kir û hemû nivîsgehên ENKSê li bajarê Kurdistana Sûriyê girtin, piştî ku piraniya wan şewitandin û keresteyên wan şikenandin.

Di beşekî din yê daxuyaniyê ENKSê bi tundî ev kiryarên PYD şermezarkir , ku ev kiryar vîna xebata jibo doza netewî ranawestînin û her ewê berdewambin di xebata xwe ya dîmoqratî û aştiyane de ta bidestxistina mafên netewî yên miletê Kurd di hundirê Sûriyeke fedral û demokrat de.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê bangewazî ji civaka navnetewî û hêzên Kurdistanî re şand ku fişaran li PYD bikin daku kiryarên xwe yên xirab li dijî ENKSê rawestînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button