Break newsNûçeslide

ENKSê civînên xwe li Hewlêrê bidawî Kirin

Yekîtî Media
Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê civînên xwe ku sê rojan li Hewlêrê berdewam kirin bidawî anîn.
Di civînan de endamên komîta serokatiya ENKSê û endamên komîta pêwendiyên derve ya ENKSê û nûnerên ENKSê di desteya siyasî ya kwalisyonê de amade bûn.
Nûnerê ENKSê di desteya siyasî ya kwalisyonê de Hewas Egîd ji Yekîtî Media re ragihand, ku êrîşa Efrînê ew mijara sereke bû, herweha derbarî helwesta ji Kwalisyonê Egîd daxuyakirin ku ewê berdewam bin di paykut kirina civînên desteya siyasî ya Kwalisyonê de .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button