Break newsNûçeslide

ENKSê bi fermî bo civîna Astanayê hate vexwendin

Yekîtî Media 17/1/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi awayekî fermî ji bo civîna Astanyê hate vexwendin.

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Sûriyê Fûad Elîko ji Yekîtî Media re ragihand, Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin.

Elîko eşkere kir jî, di şanda ENKSê de parêzer Derwîş Mêrkan wek şêwirmendê yasayî yê şanda Kurdî beşdar dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button