ENKS: Vegera Pêşmergeyên Rojava ligel Amerîka gotûbêj dikin

Yekîtî Media 1/3/2017

Şanda ENKSê ku ev du roj in li Washingtonê ye û wê çend hevdîtinan bi rayedarên Amerîkayê re dikin, ku duh jî ligel Sînatorê Komarî Brad Şêrman civiya bû, îro jî li avahîya Sînatê çend hevdîtinan encam didin.

Di vê derbarê de, endamê şanda ENKSê bo Washingtonê Siyamend Haco ji K24ê re da zanîn, îro civîna wan bi Komîta Pêwendiyên Derve û bi Komîta Leşkerî ya Kongressê re hene.

Haco derbarê mijarê civîna wan bi herdu komîteyên Kongressê re aşker kir ku, pirsa sereke derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ye, ku pêwîstiyeke gelekî girîng heye, Pêşmergeyên Rojava vegerin Kurdistana Sûriyê heye.

Herwiha Haco got jî, pirsa din jî proseya ENKSê ye, ku ew Sûriyayeke federal û herêmeke federal bo Kurdistana Sûriyê dixwazin.

K24

You might also like

Comments are closed.