Break newsNûçeslide

ENKS tekezî li ser berdewamiya çalakiyên sivîl li dijî PYD kir

Yekîtî Media 14/5/2017

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê (ENKS) civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo girê da û tekezî li ser vekirina nivîsgehên xwe kir.

ENKSê di civînê de li ser bûyerên dawî yên ku hatin encamdan, çi girtina nivîsîngehên ENKSê û hin partiyên girêdayî wê ve û binçavkirina endam û serkirdeyên ENKSê guftûgo kirin.

Herwiha ENKSê biryara berdewamiya vekirina nivîsîngehan û lidarxistina çalakiyên aştyane li dijî kiryarên Rêveberiya Xweser da.

Endamê Emînadariya Giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro piştî civîna asayî di konferanseke rojnemevanî de diyar kir ku, ENKS dê berdewam be di xebata xwe de û dê nivîsîngehên xwe vekin.

Li ser asta navnetewî jî, Ebdulsemed Xelef Biro da zanîn ku, nûnerên ENKSê li Riyazê paytexta Siûdiya Erebistanê amade ne û heger ew daxwazên ENKSê yên di Desteya Bilind a Danûstandinan kirine pêk neyin, dê ENKS di civînên Cinêvê de beşdar nebe.

Di dawiya Adara borî de, ENKS li Cenevê ji bo parastina mafên Kurdên li Sûriyê û ji bo nûnertiya Kurdan nameyek nivisîbû ku ji Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê De Mistura re bê şandin, lê Desteya Bilind a Opozîsyonê nehiştibû ku name bê şandin, li ser vê di navbera her du aliyan de rageşiyek rû dabû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button