Break newsNûçeslide

ENKS : kiryarên PYD yên newêrek zirarê dighînin pêkvejiyanê li cadeya Kurdî

Yekîtî Media 16/7/2017

Encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê kiryar û siyasetên PYD belavkir.

Di daxuyaniyê de ENKSê binçavkirina Ebdilrihman Apo endamê komîta navendî ya PDK-Sê li Efrînê ji rex çekdarên PYD şermezarkir, herweha revandina endama partiya Yekîtî ya Kurd ji bajarê Girê Sipî Rodya Ismaîl Ibrahîm ji rex girûpeke çekdar ser bi PYD ve şermezarkir.

Herweha daxuyaniyê revandina endamê Partî Seed Kermo Alsîno ji mala wî li gundê Kurkundê yê bajarê Dirbêsiyê şermezarkir.

ENKSê ev kiryar bi kiryarên terorane bi navkir û PYD wek berpirs di ber têkçûna pêkvejiyanê li cadeya kurdî destnîşankir, herweha daxuyaniyê tekezkir ku ev kiryarên newêrek yên PYD dibin sedema têkçûna rewşa pêkvejiyanê li cadeya Kurdî.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê doza serbestberdana Mihsin Tahir endamê emîndariya giştî ya ENKSê û herdû rojnamevanan Alan Ehmed û Berzan Hisên kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button