Break newsNûçeslide

ENKS : em pabendî belgeya civîna Londonê nabin

Yekîtî Media 19/2/2017

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê  daxuyaniyek derbarê kongirê Cinêv 4 belavkir.

Di daxuyaniyê de ENKSê ragihand ku ew pabendî belgeya ku desteya bilind ya danûstandinan biryar li ser erêkirina wê di kongirê Londonê de 2016 da nabe, çiku ew belge nagunce bi temezê Sûriyê wek dewleteke pir netewe û pir ol.

ENKSê di daxuyaniyê de tekez kir ku divê mafê miletê Kurd li Sûriyê bên bicîkirin di çi belgeyên jibo çareseriyê, herweha dibîne ku divê bingeha çareseriyê li Sûriyê avakirina dewleteke fedral be pir netewe û ol û cudakirina olê ji siyasetê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button