Break newsNûçeslide

ENKS ê bi helkefta roja cîhanî ya mafên mirovan mangirtinekê lidar dixe

Yekîtî Media 9/12/2016

Bi helkefta roja cîhanî ya mafên mirovan, ku dikeve roja şemê 10 berçile,Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya daxuyaniyek belavkir, têde doz li hemû aliyên Kurdistanî û rêxistinên mafên mirovan yê cîhanî kir ku fişaran li PYD bikin daku hemû girtiyên siyasî ji zindanên xwe serbest berdin, û dev ji siyasetên xwe yên tekalî berdin.

Herweha bi vê boneyê ENKSê miletê kurd û rêxistinên siyasî û hemû pêkhatên civakê vexwendin jibo beşdarbûnê di mangirtinekê di roja cîhanî ya mafên mirovan, jibo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên PYD de, û vejandina bîranîna 68 ya roja cîhanî ya mafên mirovan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button