Break newsNûçeslide

ENKS di kongirekî rojnamevanî de li Qamişlo binçavkirina siyasetmedaran şermezarkir

Yekîtî Media 22/11/2016

Îro , li bajarê Qamişlo, encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS kongirekî rojnamevanî girêda, derbarî binçavkirina 4 serkirdeyên partiya Yekîtî û girtina nivîsgeha Amûdê ya heman partiyê.

Mihsin Tahir serokê encûmenên xwecihî di kongir de got, divê PYDê vegere rêkeftinên Hewlêr 1û2 û rêkeftina Dihokê, li berî vê gavê divê hemû girtiyên ENKS ji zindanên xwe serbest berdin.

Herweha cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî Hesen Salih got, divê çi danûstandin ligel PYD li ser bingeha doza kurdî ya netewî be.

Di dawiya kongir de ENKS tekezkir, ku ewê berdewam bin di çalakiyên xwe yên aştiyane de, û roja înê dê li taxa Enteriyê derkevin xwepêşandanê .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button