Break newsNûçeslide

Encûmena Pîran ya Amerîkayê projeyek ji bo pêkanîna dadgehekê taybet bi Sûriyê pesend dike

Yekîtî Media 8/4/2017

Encûmena Pîran ya Amerîkayê projeyek ji bo pêkanîna dadgehekê ji bo sizakirina kesên ku tawanên şer li Sûriyê kirine, pêşkêş kirin.

Hin endamên Encûmena Pîran di projeyekê de di bi bin navê “Yasaya sizakirina berpirsên tawanên şer li Sûriyê” pêşkêş kirine, ku bi gotina wan ew dadgeh dê mafnas, dadger û pisporên navxweyî û biyanî li xwe bigire, ji bo sizakirina kesên ku tawan li dijî mirovatiyê li Sûriyê kirine.

Kesên ku ew proje pêşkêş kirine ji herdû partiyên (Komarî û Demokratî” ne. Senator Marco Rubio ku yek ji wan Kesên ku ew proje pêşkêş kirine ragihand, armanc ji vê projeyê ew e, gerentiya sizakirina berpirsên ku mafê mirovan li Sûriyê binpê dikin .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button