Break newsNûçeslide

Encûmena Bilind a Referandûmê: Referandûm di dema xwe bi rê ve diçe

Yekîtî Media 8/7/2017

Di daxuyaniyekê de Encûmena Bilind a Referandûmê aşkere kir, di civîna îro ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar li ser çend xalan hate dayîn, wek “Pabendbûna beşdarbûyên civînê bi biryar û raspardeyên civîna 07 Hizîrana 2017 ya di derbarê diyarîkirina roja 25 Îlona 2017 ya ji bo birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina debara jiyana xelkê.

Deqa daxuyaniya Encûmena Bilind a Referandûmê wiha ye:

Roja şemî 08.07.2017 li Pîrmam yekem civîna Encûmena Bilind a Referandûmê bi serpereştiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endam li wê encûmenê birêve çû.

Piştî nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nirxandina helwesta civaka navdewletî û proseya siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê, biryar li ser van xalên xwarê dan:

Yekem: Pabendbûna beşdarbûyên civînê bi biryar û raspardeyên civîna 07.06(hezîran)2017 ya di derbarê diyarîkirina roja 25 Eylûla 2017 ya ji bo birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina debara jiyana xelkê.

Duyem: Ji bo hengavên kirdarî li amadekariyên hemû warên referandûmê heykeliyeta kar ya Encûmena Bilinda Referandûmê û jêr komîteyên din hate diyar kirin.

Sêyem: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve bi hemahengî li gel Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, pêdiviyên birêveçûna referandûmê peyda dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button