Break newsNûçeslide

Emîndariya Giştî ya ENKS banga Kongreya Netewî ya Kurdistanî (KNK) red kir

Yekîtî Media 10/7/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) red kir û got, KNK nikare rê li ber kiryarên Partiya Yelîtiya Demokratîk (PYD) yên li dijî tevgera Kurdî ya siyasî bigire.

Emîndariya Giştî ya ENKS li bajarê Qamişlo doh yekşemê civiya, di civînê de ENKSê gelek babetên girîdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kirin, herwiha gefên Tirkiyê yên li ser Efrînê jî şermezar kir.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, ENKSê di civîna xwe de vexwandina KNKê ya beşdariya di civîneke şêwirê de li Başûrê Kurdistanê red kir, Li gor ENKSê ku KNKê nikariye zemînê xweş bike û kiryarên PYDê yên li dijî ENKSê û partiyên di nava wê de rawestîne.

Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif ji şanda KNKê re gotibû, ENKS nikare di her civînekê de beşdar bibe, di demkê de ku serkirdeyên wan ji aliyê PYD ve tên girtin û navend û baregehên wan tên girtin û şewitandin, lê heger daxwazên ENKSê bêne cibicîkirin û karibin zemîneyeke baş amade bikin, ENKSê dê beşdarî vê civîna KNKê bibe

Nûçegihanê me  da zanîn jî, ku di civîna ENKSê de du komît ji bo amadekariyên lidarxistina kongreya ENKSê ya çarem hatin avakirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button