Break newsGotarslide

Emerîka û Surprîzên Wê

Ferîdon Qiço

Ji destpêka kirîza sûriyê ve berjewendiyên dewletên zilhêz û yên herêmî di vî wellatî de rewşa siyasî her ku di çû xerabtir dike. Yek ji sedemên sereke ji ne peydakirina çareseriyan, qelsbûna Emerîka û rola wê ya lawaz di dema Barak Obama de yê ku bi nerîn û siyaseteke cûda li kirîza sûrî temaşe dikir.

Ev yek nîşanek bû ji şikestina Emerîka di sûriyê de ku gelek caran û di gelek bûyeran de nikarîbû bi wî awayê eşkere helwstên xwe zelal bike û weke welatekî zilhêz ku bi biryarên xurt û dijwar tê nasîn dan û sitendinê bi rewşa sûrî re bike.

Tenê carekê di havîna 2013 de dema ku hêzên Esed çekên kîmawî li Xûta şamê bi kar anîbûn gef li rêjîmê hate kirin û biryara Obama diyar bû ku ewê pêgehên rêjîmê armanc bike, lê ew jî biryarek fedyok bû û tu encamên bi sûd li pey wê re nehate dîtin û rewş li sûriyê roj bi roj aloztir bû.

Berî hatina Donald Trump serokê nû yê Emerîka ligel hêviyên xelkên sûrî yên wendayî car caran di helmetên wî yên helbijartinan de hinek ronahî di axaftinên wî de xuya dibû ku ewê meznahiya Emerîka vegerîne û bi taybet guhertina siyasetên derve yên welatî wî. Ew yek jî danpêdanek eşkere bû ji berbijarekî Komarî bi rola şikestî ya rêveberiya Obama di siyasetên Emerêka de ku sûriyê yek ji qurbaniyên wê siyasetê ye.

Trump di demeke kin de karîbû siyaseta Obama biguhere û careke din hêz û rola welatê xwe li hin astan vegerîne. Ew gavên bilez surprîza êrîşa balafirgeha Şiêrat ji xelkên sûrî re bi xwe re anî û rewşa sûriyê ji nêzîk ve şopand da ku sûriyê dergehê guhertina wî be, lê ew jî ne kêmî gefên Obama bû û tenê li wê deverê rawestiya.

Ligel vê siyaseta Emerîka mirovê sûrî ziyandarê herî berbiçav e û ji xwe re naskiribû ku Emerîka di her şoreşan de piştgiriya gelên bindest dike da ku ji zordariya diktatoran rizgar bibin û ezmûna Îraqê ne pir dûrî wî bû, lê diyar e ku vê şoreşa dîrokî karîbû rastiya  siyaseta wî welatî di salên dawiyê de derxîne holê ku tenê berjewndiyên wan di ser her tiştî re ne.

Tevî dîtina her awayên zehmetiyê li sûriyê, xelkên vî welatî neçar in li hêviya roleke mezintir ji Emerîka bibînin ku kilîtên gelek pirsgirêkan di destê wê de ye û dikare xwe ji siyaseta surprîzan dûr bixe û careke din meznahiya xwe bi giştî vegerîne û piştgiriya gelan bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button