Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Emar Hekîm rola serok Mam Celal berz nirxand

Serok Mam Celal îro sêşemê 23 / 9 /2014`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li serokê Encuemena Bilind a Îslamî ya Êraqê Emar Hekîm û şanda digel de ye kir.

Birêz Emar Hekîm dilxweşiya xwe bi başbûna rewşa tendisrustiya serok Mam Celal anî ziman û tekez li ser rola girîng a Serok Mam Celal di avakirina pêkva jianê di navbera pêhateyên gelê Êraqê de, çi ji Kurd û Ereb, Sune û Şî`a û pêkhateyên cuda yên Êraqê de bine kir.

Di hevdîtinê de her wiha Serok Mam Celal û Birêz Emar Hemîk di xizmeta pêşroja Êraqê û ezmûna wê ya Demokrasiyê de, pêşxistin û pêşvebirina peywendiyên dîrokî yên di navbera YNK`ê û Encumena Bilind a Îslamî ya Êraqê gotebêkirin û nirxandin.

PUKmedia / Teybet

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button