Break newsNûçeslide

Em Doza Dîtina Rêkên  Deverên Aram Ji Penaberan Re Dikin Ku Demikî Lê Bimînin Heta Dema Karibin Li Warê Xwe Vegerin.

Hevbendiya Niştimanî bangeke lezgîn dide tê de daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ko berpirsiyariyên xwe yên mirovî û sincî beraber doza miletê Sûrî hilgire. Û kar ji bo bidawîkirina qeyrana Penaberên Sûrî û rêkên aram ji bo wan biguhêzên Herêmên aram bibîne da demikî bimînin heta ko vegerin malên xwe, û nehêlin bazirganên qaçaxiyê bi çarenûsa wan bileyizin û bobelata wan delîve bikin.
Hevbendiyê di Daxuyaniya ko ji Nivîsgeha Ragihandinê derketiye de dozê li civaka navdewletî dike ko qebareya bobelata miletê Sûriyê bizanin, ko ji cenga cîhanî ya duyem û vir ve tiştekî ji wisa mezintir nebûye. Gerek li gora ketwarê binerin bi istiratîciyeke ko rêza mafê mirovan bigire, regez û baweriyên wî û nasnameya wî çi be bila bibe. Bila bes cudahiyê di navbera mirovan de bikin û jiyana wan nekin bazaran de bi awayekî ko digihê asta nijadperestiyê.
Her wiha em dozê li dewletên ko Penaber xwe li wan digirin dikin, ku yasayên nû ji Penaberan re derxînin ko daxwazên penaberiyê hêsan bikin û nehêlin rêjîma Esed ewan bêtir tengav bike. Her wiha giring e ko parastina mirovî û yasayî ji wan re dabîn bikin.
Hevbendiyê diyar kir ko reva Sûriyan bi ber herêmên aram çi li dewletên cîran û çi ber bi Ewropa ve bûye bijarteyeke rewa û yasayî ko mirov kêmtirîn pêdiviyên jiyanê qezenc bike. Ew jî Piştî ko Civaka Navdewletî di pêkanîna çareyeke siyasî de ji bo bobelata Sûriyê û rawestandina bombebarana rêjîma Esed ji taxên niştecihan û sûkan bi bermîlên teqîner û gazên kîmawî têk çû. Û vekolîna sedemên sereke yên mana Esed yê ko hebûna wî bûye sedema derd û kulên Sûriyan  li her derê, êdî reva Sûriyan ber bi herêmên aram çi li dewletên cîran û çi ber bi Ewropa ve bûye bijarteyeke rewa û yasayî ko mirov kêmtirîn pêdiviyên jiyanê bibîne.
Hevbendiyê tekez kir ko Rêjîma Esed ji evan bobelatên ko tên serê miletê Sûrî li derve û hundir û li hundirê deryayê berpirsiyariya mezin hiltîne. Ew yê ko şer li dijî miletê Sûrî ko doza azadiya xwe berdewam dike û çekên kîmawî û bermîlên teqîner bikar tîne ev zorê li milet dike ko berê xwe bide penaberiyê û koçber bibe. Destnîşan kir ko hemû aliyên navdewletî jî hindek ji berpirsiyariyê hildigirin û gerek bi erkên xwe rabin ko aştî û ewlekariyê pêk bînin û sivîlan ji mirinê biparêzin.Jêder : Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button