Break newsNûçeslide

Em Daxwazê Ji Komîteya Xaça Sor Dikin Ku Derbasî Navçeyên Dorpêçkirî Yên Din Di Sûriya De Bibe

Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî destxweşî li heryek Komîteya Xaça Sora Navdewletî û tîmên Heyva Sora Erebî ya Sûrî kir li ser hilmetên hawarhatinê yên li bajarê Elmi’edemiyê li gundewarê Şamê pê dirabin, yê ku her ji sala 2012an ve dibin dorpêçkirina hêzên Esed de dijî. 
Elmislit tekez kir ku rêjîma Esed şerê milet bi çekên corbicor dike, her weha çekê pirçîbûn û dorpêçkirinê, û wek sizadanek bikomel kêmtirîn pêdawîstiyên jiyanê ji ser wan dibire. 
Herwiha Elmislit daxwaz ji Xaça Sora Navdewletî kir ku derbas bibe navçeyên din yên dorpêçkirî wek Xûta rojhilat li gundewarê Şamê û taxa Elwe’ir li Himusê û herwiha bajarê Dêrazorê yê dorpêçkirî ji aliyê DAIŞ ve, ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo xelkê nameze niha di heyva Remezana pîroz de. 
Ji aliyê xwe ve Xaça Sor got ku niha pêwîştiyek lezgîn heye bo peydakirina xizmetguzariyên serekî bo nêzîkî 40 hezar kesî li bajarê Elmi’edemiyê, ku ji xizmetguzariyên av û eletrîkî pêktê, ku di vê heftiyê de Xaça Sor û Heyva sor karîbûn derbasî Elmi’edemiyê bibin û alîkariyan pêşkêşî xelkê bikin wek yekemîn car her ji heyva çileyê pêşî ya 2014an ve.
Seroka şanda komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li Sûriyê “Mariyan Gasîr” derbarê rewşa mirovî diyar kir ku ev rewş xirabe, kolan biyekcarî vala ne û bazar û dikan girtî ne, av û elektrîk nîne û bi zehmetî xwarin tê peydakirin û ji du salan ve ye elektrîk ji ser bajêr hatiye qutkirin, û hîç çavdêriyek saxlemî peyda nabe.
Tê zanîn ku Xaça Sora Navdewletî û tîmên Heyva Sor karîbûn dermanên nexweşiyên giran bo 5000 kesî derbas bikin û tevlî dermanên zarokan û alavên pizîşkî bo jinên dugiyan. Lê “Gasîr” da xuyakirin ku ev tenê têra xelkê nake, û bal kişand ku pêwîst e em carek din serdana bajêr bikin û barên alîkariyan bo Sivîlan bibin, ku ew alîkarî bi şêweyên kelupelên xwarinê bin yanjî pêdawîstiyên nojdarî bin.Jêder:Hevbendî  

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button