Break newsNûçeslide

Em Daxuyaniyên Elerebî Yên Ne Li Gor Tekest Û Naveroka Daxuyaniya Jinêv In Red Dikin

Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit daxuyaniyên vê dawiyê yên sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî Nebîl Elerbî li ser pêşniyarkirina boçûnekê derbarê Hikûmeta yekgirtiya Niştimanî red kir; ji ber ku ew boçûn ji aliyekî ve beruvajî naveroka daxuyaniya Jinêv e, ya ku di deqa xwe de tekeziyê li ser damezrandina desteyeka Fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatdar û destewajoyên cêbicêkar dike û di nav de desthilat û destewajoyên serok -Komar  ku Encûmena Ewlekariyê bi xwe daxuyaniya Jinêv wek  destpêk bo çareseriya Siyasî di Sûriyê de pesend kiriye.
Elmislit tekez kir ku “her pêşniyarek hewla zivirandina derziya demjimêrê ber bi paş ve bide, yan derbasî hin mijaran bibe û çavê xwe ji rêkeftinên bûyîn derbarê çareseriya siyasî bigire ; dibe corek ji tevlîhevkirina kaxet û pelikan û yekser dikeve di berjewendiya hêzên stemkar û terorîst de”. 
Herwiha Elmislit tekezî li ser armancên Şoreşê kir yên ji bona wê milet derket ku ewjî ” guhertina sîstema siyasî ya stemkar ya niha bi awayekî ji kok ve û giştgîr, û tevî guhertina serok û serkirde û damudezgehên ewlekarî yên wê, bo avakirina sîstemeke sivîl û demokratîk û serbixwe li ser binyatê guhertina aştiyane ya desthilatê û firealiya siyasî”.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button