Break newsNûçeslide

Em Bi Erênî Li Axavtinên Dî Mîstora Yên Derbarê Hevdîtina Bi Şanderê Hevbendiyê Re Dinerin

Hevbendiya Niştimanî li ser zarê cêgirê serokê xwe Hîşam Merwa bi erênî pêşwaziya axavtinên şanderê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora kir, yê ku xweşheliya xwe anî ziman derbarê çavpêketina xwe ligel serokê Komîteya zagonî Heysem Elmalih û wergirtina nameya Hevbendiyê.
Herwiha Merwa tekezî li ser rijdî û dilxwestina Hevbendiyê kir li ser berdewamiya pêwendiyan ligel Netewên Yekgirtî bo encamdana gotubêjên cidî ku mîkanizmên bicihkirina daxuyaniya Jinêv û nexşerêya çareseriya siyasî bi xwe ve bigire, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta demkî herdu nêzîkî nûjenkirina nêrîneke hûrbîn dibin, bo rêvebirina qonaxa paş rûxandina rêjîma Esed, û rûbirûbûna valahiya desthilatê bi rêka dabînkirina ewlehiyê û xizmetguzariyên pêwîst û mîkanizma çareserkirina doseya jinavbirina terorê.
Ev daxuyanî tên berî ku wê îro di demjmêrên bê de , Elmalih bi Dî Mîstora re li Jinêvê kom bibe, piştî erkdarkirina Elmalih ji aliyê desteya giştî ve ku wê di hevdîtinê de nameya Hevbendiyê bidest radestî Dî Mistora bike, ligel belgename û lênêrîn û boçûna Hevbendiyê li ser çareseriya Siyasî ya li ser binyata lêvergera daxuyaniya Jinêv ya 30 cehzîrana 2012 , ya ku têde Hevbendiyê vexwendina berêz Dî Mîstora bo civînekê bi şandeka berferh ji Hevbendiyê di demeke pêş de ji heyva bê de hatiye.Jêder:Hevbendî

(ku.etilaf.org)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button