Break newsNûçeslide

Elîko: Rêjîma Esed Li Ser Hesabê Miletê Sûrî Xizmeta Hêzên Derve Dike

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Fûad Elîko, dibîne ko ew Sîwana Rûsya û Israyîl û Îran ji bo Esed ji rûxandinê biparêzin çêkirine,”rasteqîna evê Rêjîmê diyar dike, Rêjîma ko pêncî salî behaneya liberxwedanê dida ber rûyê xwe, va ye rûyê wê yê kirêt li pêş her kesî aşkere dibe. ”
Elîko got: “tenê ew Rêjîmeke berjewendiyên hêzine navdewletî û yên derdor li Herêmê li ser hesabê gelê Sûrî û samanên wî yên xwezayî misoger dike.”
Elîko di daxuyaniyeke taybet de destnîşan kir ku”Axaftin bi Netewên Yekbûyî û Komkara Erebî re hat kirin, ji bo diyarkirina têwerdana Rûsya ya leşkerî ku ew binpêkirina yasayên navdewletî ye û ew  dagîrkirin e eger ew bi çi rengî be, êdî giring e ko helwesteke xuyanî ji Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî derkeve.”
Û got ko: “Şoreşa Sûriyê dizanî bû, ko Rûs û Îranî piştgiriya Rêjîma Esed dikin, û amade ne ko piştgiriya wê ya siyasî û leşkerî bikin. Lê belê milet her amade ye ji bo armancên şoreşê pêk bîne û xwe ji hemû cûreyên dagîrkirinê eger ji çi regezî be, Rûs bin an Îranî an jî Israylî bin rizgar bikin, her ewê ji bo bidestxistina rûmet û azadiyê bi pêş de biçin ”.Jêder: Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button