Break newsNûçeslide

Elî Heyder: Çûna pêşmergeyan ji bo Kobanê karekî baş e

Hewlêr  – Wezîrê Lihevhatina Niştimanî Sûrî dibêje ku ew çûna pêşmergeyan ji bo Kobaniyê karekî baş dibînin.

Wezîrê Lihevhatina Niştimaniya Sûriye Elî Heyder, derbarê çûna hêzên Pêşmerge bo Kobaniye ji Rûdawê re got, “Ew çûna hêzên pêşmerge ji bo alîkariya birayên xwe li Kobaniyê wek gaveke netewî ye.”
Heyder diyar kir ku ew li gel her pêngavekê ne ji bo nehiştina rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)  û got  çûna pêşmergeyan ya Kobaniyê ji bo nehiştina DAIŞê  pêngaveke pêwîst e.
Elî Heyder anî zimên berî niha Tirkiye rê li ber çûna alîkaryan ji bo Kobaniyê venedikir, lê piştî guvaşên navdewletî, Tirkyê razîbû ku alîkarî biçe Kobaniyê û sînorên xwe vekir.

Heyder tekez kir ku çûna pêşmergeyan ji bo Kobaniyê gaveke netewî ye û pêwîste kurd alîkarya birayên xwe bikin, ji ber ku DAIŞ dijminê mirovatiyê ye û dijminê hemû kesan e û ji ber vê yekê ew çûna pêşmergeyan karekî baş dibînin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button