Break newsNûçeslide

Elherîrî: Em Tawanên Esed Û DAÎŞê Di Dorpêçkirina Dêrazorê De Û Kuştina Xelkê Li Ser Destê Rûsiya Şermezar Dikin 

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tawana Rûsiya ya kuştina 16 kesan û di nav de hin jin û zarok hebûn Şermezar kir, ew kuştara çêbû dema duhî roja sêşemê firokên Rûsiya êrîşî navçeyeke sivîlan ya pir qerebalix kir li bajarokê (Ebûllêl) li gundewarê Dêrazorê. 
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî kir bo piştgirîkirina girûpên li dijî rêjîma Esed û DAÎŞê şer dikin, ji bona qewtandina DAÎŞê û çeteyên rêjîmê û vegerandina ewlehiyê û rizgarkirina xelkên deverê. 
Elherîrî balkişand ku 200 hezar kes niha li Dêrazorê li taxên (Elcûra û Elqisûr û Herba’iş) ji salekê ve ji aliyê DAÎŞ û rêjîmê ve dorpêçkirî ne, û kêmtirîn pêdawîstiyên jiyanê bidest wan nakeve. 
Elherîrî got ku “ji civaka navdewletê danîna pilaneke rêkupêk ya bilez tê xwestin ji bona rizgarkirina xelkê Dêrazorê, yanjî emê bobiletekê ji ya Medaya mezintir bibînin “, hevdem hêvî kir ku “ev bangewazî wek yên berê neyên piştguhkirin, ku bidehan kes ji ber birçîbûnê mirin “. 
Elherîrî di dawiya daxuysniya xwe de daxwaza pêşkêşkirina alîkariyên bilez bo Dêrazorê ji heryek ji rêxistinên mirovî  û  dezgeha Xaça Sora navdewletî û Heyva Sora Sûrî kir, ku ew alîkarî bi rêka karmendên wan rêxistinan ne bi rêka dezgehên ewlekariyê û serbazên Esed bêne pêşkêşkirin. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button