Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ehmed Cerba: divê Kurd wekî duyemîn neteweya Sûriyê bên qebûl kirin û mafên wan bên pejirandin

Yekîtî Media 4/7/2017

Ehmed Cerba, serokê Şepêla Siberoja Sûriyê, ragihand ku divê Kurd wekî duyemîn neteweya Sûriyê bên qebûl kirin û mafên wan bên pejirandin.

Di Hevpeyvînekê de li gel rojnameya Şerq Elewset a Erebî, Ehmed Cerba got ku sîstema nenavendî çareseriya herî baş e ji bo Sûriyê.

Derbarê birêveberiya Reqayê piştî kontrolkirina wî bajarî, Cerba tekez kir ku wê Reqa ji aliyê encûmeneke sivîl ve were bi rêve birin.

Di derbarê pêwendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re, Cerba got ku pêwendiyên wan bi Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê re stratejîkin û pesnê helwesta Barzanî li hember gelê Sûriyê da.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button