Break newsNûçeslide

Efrîn : Artêşa Tirkiyê Cindirêsê bi temamî kontrolkir

Yekîtî Media
Artêşa Tirkiyê bi temamî bajarokê Cindirês li rojavayê Efrînê kontrol kir û heya niha jî şer li derdora wî bajarokî berdewam e.
Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez kir ku şevê din, bajarokê Cindirês, rastî êrîşeke tund ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat û bi top û firokeyan ew bajarok hat bordûmankirin.
Riwangehê diyar kir, ku ji herdu mihwerên Cindirês û Şera ve li rojavayê Efrînê, hêzên YPG û HSD ketin ber êrîşên tund yên artêşa Tirkiyê de û şerekî dijwar destpê kir.
Herwiha li gorî zanyariyên Riwangehê, 17 serbaz û çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi destê şervanên YPGê hatin kuştin. Bi wê yekê jî, hejmara serbazên kuştî yên artêşa Tirkiyê gihişte 68 serbazan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button