Break newsNûçeslide

Du xortên kurdên êzidî li Bexdayê hatin kuştin

Yekîtî Media 30/7/2017

Li Bexdaya paytexta Iraqê, 2 kurdên êzidî ji aliyê komeke çekdaran ve hatine kuştin.

Berpirsê Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Şivan Mihemed ragihand; “Roja şemiyê 29-07-2017, du gencên kurdên êzidî li navçeya El-Xezalî ya Bexdayê ji aliyê çend çekdarên nenaskirî ve hatine kuştin.”

Şivan Mihemed diyar kir, ku heta niha jî sedema kuştina van ciwanan ne diyar e.

Hate zanîn, ku navê yek ji wan ciwanan Ferman Hecî ye û yê din jî Dawud Bapîrî ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button