Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Du leşkerên Tirk li Sûriyê hatin kuştin

Yekîtî Media 10/1/2017

2 leşkerên Tirk yên di operasyona Mertala Feratê de ji meha Mijdarê ve winda ne hatin kuştin.

Hêzên Çekdar yên Tirk di 29ê Mijdarê de ragihandibû ku 2 leşkerên wê li Sûriyê winda bûne. Çavkaniyên Leşkerî ragihandin herdu leşker Kivanç Kaşikçi û Muhammet Duran Keskîn hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Heta niha bêhtir ji 46 leşkerên Tirk di wê operasyonê de hatine kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button