Hevpeyvînslide

Doseyek taybet li ser jiyana pakrewan Beha Eddîn Fatimê

Doseyek taybet li ser jiyana pakrewan Beha Eddîn Fatimê 

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê

Parêzer Beha Eddîn Hemîd Îsa Fatimê, wek piranya hevalên xwe jiyana xwe bi tevayî terxanî pirsa miletê xwe kir, sira bayê evîna kurdperweriyê ew girt û bû evîndarê xaka welatê xwe, hezkirina wî ji Zemîna Kurdistanê re, hişt ku navê Zemîn li keça xwe ya biçûk bike, û bi zemîna gundê xwe re Qolo dilsoz bimîne.

Parêzer Beha Eddîn Fatimê sala 1967an li gundê Qolo ku li gundewarê Til Berekê dikeve hate jiyanê, xwendina xwe ya seretayî li dibistan gundê Qolo kir, dûvre diçe bajarê Hesekê û qonaxa navendî li dibistana Ebî Temam bidawî dike, piştre li dibistana Ebî Zer Elxefarî xwendinê berdewam dike û di sala 1985an de bawernameya Bekelorya ya giştî werdigre, ji bo xwendina bilind diçe paytextê Şamê û li kolîca Hiqûq xwe tomar dike û li wir dimîne ta sala 1991 ku bawernameya lîsans di Hiqûq de ji wê kolîcê werdigre.

Pakrewan Beha Eddîn Fatimê xêzandar bû, û ew bavê sê zarokan bû ( Yelmaz – Alav – Zemîn ).

Di Sala 1993an de tevlî sendîkeya parêzeran li Hesekê dibe, û karê xwe wek parêzer dike ta ku pakrewan dibe, ne tenê bergêrî di ber dozên welatiyan de dikir, lê doza wî ya serke ew doza miletê wî bû ku bergîriya herî mezin û berdewam di ber de dikir.

Xebata pakrewan Beha Eddîn Fatimê ya netewî :

pakrewan Beha Eddîn Fatimê di nav refên tevgera netewî kurdî li Sûriyê xebat dikir, di sala 1983an de ew tevlî partiya Pale ya kurd bû, û yek ji damezirînerên rêxistina Hesekê bû ji destpêka xebatê ve.

Û ji ber xebata wî ya siyasî û çalakiyên wî li zanîngeha Şamê, Beha Eddîn Fatimê ji rex liqê Filestîn yê ewlekariya Sûrî sala 1986an hat binçavkirin, û rastî lêdan û işkenceyê li ser destê endamên ewlekariya Rêjîma Sûrî hat, lê ew ma li ser perensîpên xwe yên netewî û ji doza xwe ya rewa venegeriya.

Piştî destpêka diwem ya partiya Yekîtî ya Kurd sala 2000 an mamoste Behaa Eddîn xebata xwe ya siyasî di nav refên partiyê de berdewam kir, û piştî kongirê partiyê yê pêncem sala 2006an , hat hilbijartin wek berpirsê rêxistina Hesekê û endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî, û di wî cihî de kar û xebata xwe ya siyasî berdewam kir ta ku jiyana xwe ji dest da.

Herdû Salên 2006-2007  mamoste Behaa Eddîn ligel şandeke ji serkirdeyên partiya Yekîtî ku ji ( Ibrahîm Biro – Silêman Oso – Berzan Elî – Mihemed Ûcê ) pêkdihat, serdana Kurdistana Tirkiyê kir, û gelek hevdîtin ligel perlemanter û serkirdeyên partiyên bakurî Kurdistanê kirin, ji wan hevdîtinek ligel perlemanter Ehmed Turk û parlemanter Xetîb Dicle, û hevdîtinek ligel serokê şaredariya Amedê Osman Baydemir, di wan hevdîtinan de rewşa kurdî li Kurdistana Sûriyê bi taybetî û herweha xurtkirina pêwendiyan hate guftûgo kirin.

Sala 2008an û jiber beşdarbûna wî di mangirtineke cemawerî de li taxa Salihiyê li bajarê Hesekê ji bo protostokirina mersûma 49 an , ew ji rex liqê ewlekariya siyasî yê Rêjîma Sûrî hate binçavkirin.

Mamoste Behaa Eddîn Fatimê di roja duşemê de rêkeftî 3 meha çêriya pêşî sala 2016an bi encama teqîneke xwekujî ku zemawendeke malbata Fatimê li hola Senabilê armanckir pakrewan bû, û roja sêşemê 4 meha çêriya pêşî û ligel birayê wî pakrewan Ebdil Hekîm Fatimê û bi rêûresmeke fermî hatin veguhestin ji bo gundê Qolo li navçeya Til Berek û li wir bi xakê hatin sipartin , bi beşdariya nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd û nûnerên partiyên siyasî û rêxistin û sendîke û kesayetiyên serbixwe, û ligel cemawerekî mezin.

Bi pakrewanbûna Bavê Yelmaz partiya Yekîtî serkirdeyekî siyasî û rêxistinî ku xwedî roleke balkêş bû di warê rêxistinî de ji dest da, herweha parêzerekî doza gelêrî û netewî ku jiyana xwe terxanî xebat û keda di ber doza miletê xwe de kiribû, ew ziyanek mezin bû, lê mixabin destê terorê yê reş û qirêj mûma jiyana wî zû vemirand û pakrewaniya wî nagehî hat , û bilez vegeriya xaka gundê xwe Qolo, ku hezkirina wê xakê jêre jiyanek taybet bû , lewre ew bi wê xakê re dilsoz ma, û cihê xwe yê dawî di himbêza wê de danî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button