Break newsHevpeyvîn

“Divê PYD di bûyerên Amûdê de li sûcên xwe mukir were”

Hewlêr (Rûdaw) – Partî û hêzên siyasî û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, bûyerên par ên Amûdê di bin berpirstiya PYDê de hatiye kirin lewma PYD di dereca yekem de berpirsiyar e û divê sûcdar û encamderên vê bûyerê radestî dadgehê bike. PYD jî dibêje, ev bûyer komployek li dijî wê ye.

Li ser bûyerên Amûdê salek derbas bû lê hêj lêkolîneke bêalî li ser van bûyeran nehatiye kirin û ji ber vê yekê nakokî û bêbawerî di navbera PYD û partiyên din de zêde dibe. PYD van bûyeran weke komployekê binav dike lê malbatên şehîdan û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê dibêjin ku asayiş û YPGê di van bûyeran de sûcdar in.
Imad Micwil: Kesên ku bi bûyerên Amûdê rabûn derzek di tevgera kurdî de çêkirin
Endamê şaxê Amûdê yê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Imad Micwil ji Rûdawê re ragihand ku wan weke ENKSê li Amûdê bûyerên Amûdê bibîr anîn tevî ku ev 2 roj bûn ku Amûdê ji aliyê asayiş û YPGê ve dorpêçkirî bû û got ku merasîmên bîranînê baş birêve çûn tevî ku asayişê di saet 5.30an de teqe li asman kirin daku xelkê bitirsînin.
Micwil ragihand ku ew merasîm ji aliyê şaxê Amûdê yê ENKSê ve hatibûn organîzekirin û têde ji bilî endamên ENKSê, hin eşîre jî amade bûn ligel hevrêzên ciwanan li Amûdê û got ku asayişa Amûdê li dora kombûnê bû daku wan biparêze.
Micwil tekez kir ku malbatên şehîdan dibêjin ku komkujiya Amûdê li ser destê PYDê pêk hatiye û got ku ew weke ENKSê bi malbatên şehîdan re dixwazin ku komîteyeke lêkolînê were avakirin ji bo eşkerekirina rastiya bûyerên Amûdê.
Endamê şaxê Amûdê yê ENKSê destnîşan kir ku wan kesên bi bûyerên Amûdê rabûne derzek di tevgera kurdî de çêkirine û got weke ku Ocalan dema ku hat girtin lêborîn ji dayikên Tirk ji bo kuştina zarokên wan xwest, divê PYD lêborînê ji malbatên şehîdên Amûdê bixwaze.
Li ser gotinên medyaya PKK ku dibêje qurbaniyên Amûdê çekdar bûn Micwil got ku ew kes sivîl bûn weke mînak Mezlûm Qerno ku karker bû û Sead Seyda ku xwendekarê pola 12an bû û got ku ” asayişê nikarî ti çekdarên ku behsa wan dike bigre, vêca ji bo çi dibêje ew çekdar in”.
Li ser pirsa ku dibêje ku kesên ew komkujî pêk anîne tên naskirin yan na Micwil ragihand ku hin kes ji wan di şerê Til Hemîs de jiyana xwe jidest dane û hin kes hêj sax in û got ” lê dema komîteyeke lêkolîne were pêkanîn wê ew kes bên naskirin û cezakirin”.

Ebdulbasit Seyda: Bila PYD bi mêranî îtirafê bi şaşiyên xwe bike
Serokê berê yê Encumena Niştîmanî ya Sûriyê û endamê Îtilafa sûriyê Ebdulbasit Seyda ragihand ku ew hêvîdar in ku bûyerên weke yên Amûdê li ti deverên kurdî dubare nebin û got ” Bila Salih Mislim bi mêranî bibêje ku tişta wan li Amûdê kir şaşî bû”.
Li ser pirsa ku medyayên PKK dibêjin ku destê wî di bûyerên Amûdê de heye Seyda got ku Amûdê di şoreşa Sûriyê de beşdar e û hevrêza Amûdê karekî mezin di organîzekirina xwepêşandanan de lîst lê PYD ev yek qebûl nake û tekez kir ku PYD dixwaze Amûdê bişkîne weke ku berî niha li Kobanê û Efrînê jî hewla wê yekê dabû bi rêya bûyerên Til Xezal.
Seyda got ku ” Eger PYD ji helwesta xwe piştrast e çima nehişt komîteya lêkolînê ya ku serokê Herêma Kurdistanê pêk anîbû serdana Amûdê bike ?” û tekez kir ku di bûyeran de asayişê nêzîkî 100 laptopan desteser kirin lê ti çek nedîtin.
Ebdulbasit Seyda di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin komîteyeke bêalî li ser van bûyeran pêk were ji bo eşkerekirina rastiyê.

Taha Hamid: Bûyerên Amûdê tawaneke mezin e û PYDê bêaqilî kir
Nivîskarê nêzîkî PYDê Taha Hamid jî ragihand ku bûyerên Amûdê tawaneke mezin e û got ” Mirov çiqasî nêzîkî PYD be nikare veşêre ku ev bûyer sûcekî mezin bû û PYD berpirsyaretiya exlaqî û ya siyasî jî hildigre”.
Hamid tekez kir ku nabe çalakvanên nêzîkî Itilafê yan ENKSê ji aliyê PYDê ve rastî êrîşan bên ji ber ku ew sivîl in û got kesên ku li Amûdê “şehîd ketine” naskirî ne û her kes dizane ku sivîl bûn.
Li ser bihaneyên PYD ku behsa destêwerdana derve li Amûdê dike Hamid got ku bingeha siyasî û îdolojî ya PYD û dezgehên ser bi wê ve bi bêaqilî reftarê dikin.
Hamid destnîşan kir ku PYD şaşiyên xwe didomîne ji ber ku piştî bûyerên Amûdê jî dest bi nefîkirina endamên partiyên kurdî yên din kir weke nefîkirina endamê polîtîbroya PDK-Sê Beşar Emîn û girtina berpirsê partiya Yekîtî li Serêkaniyê Bedran Misto ku heta niha cihê wî nediyar e.
Taha Hamid got ku ew ji PYD dixwaze ku rûpela şaşiyên xwe bitewîne û lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze lê tekez kir ku ew bawer nake ku PYD vê yekê bike ji ber ku biryar yekalîker ne di destê PYDê de ye lê di destê fermandarên leşkerî yên ku ne ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ne

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button