Break newsNûçeslide

Di roja girtina rêberê PKKê de li Qamişlo girtina dikanan hate ferzkirin

Yekîtî Media 15/2/2017

Bi boneya roja 15 Sibatê, salvegera girtina Rêberê PKKê Abdelah Ocelan ji aliyê Tirkiyê ve, û li ser fermana asayişa PYD hemû dikanên bajarê Qamişlo û bajarên din yên Kurdistana Sûriyê hatin girtin.

Li gorî fermana asayişa PYDê, hemû dikanên bajêr hatin girtin, ji bilî nanpêj û nexweşxane û saziyên tenduristiyê.

Herweha tevgera hatûçûnê ya giştî di navbera Qamişlo û bajarên din de hate rawestandin lewma zanîngeha Ferat ezmûnên xwendekarên xwe lipaşxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button