Break newsNûçeslide

Di navbera PDK û YNK de projeyê rêkeftineke nû heye

Yekîtî Media 9/8/2017

Her yek ji Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya Karger a Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

Mela Bextiyar got: “Derbarê bûyer, nexşerêya YNKê û hikûmet çawa be û çawa hevseng dibe me behs kir û nêrînên me ji hev nêzîk bûn.”

Got jî: “Biryar hat dayîn komîteyek dirust bibe, ku kar bo nirxandina karên hikûmetê û pirsa hevsengiyê di hikûmetê de bike.”

Derbarê pêwendiyên di navbera YNK û PDKê de got, ew armancên ji rêkeftina stratejî bicih hatine bidawî hatin û ewên bicih nehatine jî divê kar bo bidestxistina wan kar bikin û çawaniya çareseriya rewşa nû û pirsgirêkên xelkê pêwîstî bi rêkeftineke nû heye û ev jî ne li ser hesabê ti aliyekî dibe û xalê hevbeş û armancên hevbeş yên PDK û YNKê kom dibin û kar bo pêkanîna wan dikin.

Li hemberê, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, civîneke girîng bû, me berê bersiva nexşerêya YNKê daye û îro bi praktîkî çawa ew nexşerê cibicî bibe me behs kir. Ev qonaxa nû pêwîstî bi rêkeftineke nû heye û em rêkeftin ku komîte bê damezrandin û bi cidî dest bi cîbicîkirin û nivîsîna wê rêkeftinê bikin.

Herwiha got: “Ti demek ji bo paşxistina referandûmê nehat beshkirin û ewê di civînê de hatiye behskirin tê cibicîkirin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button